Li dijî çêkirina santrala hîdro elektrîk çalakiya hişyariyê ya HPG'ê
Li dijî çêkirina santrala hîdro elektrîk çalakiya hişyariyê ya HPG'ê
Li dijî çêkirina santrala hîdro elektrîk çalakiya hişyariyê ya HPG'ê
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku li navçeya Qers Qaxizmanê li hemberî xebatên çêkirina santrala hîdro elektrîk a Narîn Kale ya li ser çemê Arasê, çalakiyeke hişyarkirinê hatiye lidarxistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê mijarê de ev daxuyanî weşand:
"Di 18'ê Cotmehê saet di 21:00 de, hêzên me yên gerîla li navçeya Qers Qaxizmanê li hemberî xebatên çêkirina santrala hîdro elektrîk a Narîn Kale ya li ser çemê Arasê, çalakiyeke hişyarkirinê lidar xistine. Di vê çalakiyê de avahiya şantiyeyê hatiye şewitandin û xebatkar hatine hişyarkirin."