Li dijî bernedana parlementerên BDP’ê herku diçe nerazîbûn zêde dibin
Li dijî bernedana parlementerên BDP’ê herku diçe nerazîbûn zêde dibin
Li dijî bernedana parlementerên BDP’ê herku diçe nerazîbûn zêde dibin
Li gel biryara makezagonê hêj parlamenterên BDP'ê girtî ne û nayên berdan. Ji ber vê helwesta dadgehê girtina parlamenterên BDP'î li Semsûr, Dêrik, Çewlîk, Sêrt, Şemrex, Êlih û Kerboranê bi girseyî hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de Parlamentera BDP'ê Ayla Akat Ata, anî ziman ku îro çalakî û gotina herî baş HDP û BDP'ê pêk anîn û wiha got: "Girtina parlamenterên BDP'ê biryarek siyasî ye. Ev biryar li dijî hiqûq û mafên mirovan e.”
SEMSÛR
Rêxistina BDP'ê ya Semsûrê ji bo biryara 5 û 6'emîn Dadgehên Cezayên Giran ên Amedê ya der barê parlamenterên BDP'ê de şermezar bikin meşek pêk anîn. Endam û rêveberên BDP, HDP, Egîtîm Sen, ÎHD û KURDÎ-DER jî di navde li ber avahiya BDP'ê kom bûn û heta Parka Demokrasiyê meş pê kanîn. Komê di meşê de wêneyên parlamenterên girtî û pankarta "Em vîna xwe teslîmî hiqûqa dagirker nakin" vekir û dowîzên "Bila wekîlên girtî serbest bên berdan", "Edalet li Kurdistanê cuda û li Tirkiyeyê cuda nabe" bilind kirin. Komê dîsa di meşê de siloganên "Bijî Serok Apo", "Ji parlamenterên girti re azadî" gotin. Li ser navê komê Hevserokê HDP'ê yê Semsûrê Fahriye Akbaba, biryara 5 û 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê şermezar kir.
DÊRIK
Rêxistina BDP'ê ya Dêrikê jî bi heman armancê meşek pêk anîn. Koma ku li ber avahiya BDP'ê kom bû, heta Qada Komarê meş pêk anîn. Di meşê de wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin vekirin. Komê li vir jî heman dowîz û silogan bilind kirin Li ser navê komê Hevserokê BDP'ê yê Dêrikê Adil Aktaş daxuyanî da û xwest parlamenterên girtî serbest bên berdan. Çalakî bi silogana "Bijî Serok Apo" û "Vîna Me Rûmeta Me Ye" bi dawî bû.
ÇEWLIK
Rêxistina BDP'ê ya Çewlikê jî bi heman armancê meşek pêk anî. Koma ku li ber avahiya BDP'ê kom bû bi tevlêbûna rêveberên ÎHD, MEYA-DER, BDP û gelek kesên din heta Kuleya Saetê ya Dortyolê meş pêk anîn. Komê li vir jî pankart û dowîz vekir û siloganên "Bijî Berxwedana Zindana", "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" û "Kurdistan ji bo Faşista Goristan " hatin gotin. Li vir jî li ser navê komê Hevserosê BDP'ê yê Çewlikê Halis Yurtsever daxuyanî da û xwest hemu siyasetmedarên Kurd serbest bên berdan û xwest edalet cihê xwe bibîne. Çalakî bi sirûda "Çerxa şoreşê" bi dawî bû.
SÊRT
Rêxistina BDP'ê ya Dihê jî bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê çalakî pêk anî. Endam û rêveberên BDP'ê û welatî tev li çalakiyê bûn. Serokê BDP'ê yê Dihê Huseyin Kiliç, daxuyanî da û helwesta dadgehê şermezar kir.
Kiliç, banga tevlêbûna mîtînga 22'ê kanûnê ya li Cizîrê kir û xwest her kes tev li mîtîngê bibin.
ŞEMREX
Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Şemrexê jî bi heman armancê civîna gel pêk anî û banga tevlêbûna mîtînga 22'ê kanûnê ya Cizrê kir.
ÊLIH
Rêxistina HDP'ê ya Êlihê jî bi heman armancê çalakî pêk anî. Girseya ku li Kolana Gulistanê kom bû li ber Bîrdariya Mafên Mirovan çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Hevserokên HDP'ê yên Êlihê Vildan Ergul Tilegi, Mahmut Çîftçî, rêveberên HDP, HDK, BDP û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Li vir li ser navê komê Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata axivî. Akat Ata, anî ziman ku niha gotina herî rast û çalakiya herî rast HDP û BDP dike. Ata, anî ziman ku girtina parlamenterên BDP'ê bi tu awayî nayê qebûl kirin û li Tirkiyeyê êdî hiqûq ketiye bin siyasetê. Ata, da zanîn ku biryara dadgehê û makezagonê biryarek siyasî ye û nayê qebûlkirin Çalakî bi silognan bi dawî bû.
KERBORAN
Rêxistina BDP'ê ya Kerboranê ya Mêrdîn jî bi heman armancê li qada Mradê Kinê çalakî pêk anî û xwest parlamenterên BDP'ê yên girtî serbest bên berdan.