Li Derya Spî facîa: Herî kêm 90 koçber mirin

Li Derya Spî keştî noqî avê bû û di encamê de herî kêm 90 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (İOM) bi daxuyaniyekê ragihand ku li pêravên Lîbyayê keştiyek noqî avê bûye û di encamê de pirraniya penaberên di keştiyê de bûn jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pirraniya kesên jiyana xwe ji dest dane, penaberên ji Pakîstanê ne. Hate ragihandin ku tenê 3  kes xelas bûne.

Cenazeyên gelek kesên ku di facîayê de jiyana xwe ji dest dane hê jî di nav deryayê de ne û heta niha tenê cenazeyê 10 kesan hatiye dîtin.

Berî niha hatibû ragihandin ku hejmara penaberên ji Libyayê derbasî Îtalyayê dibin zêde bûye.

Tê payîn ku di navbera salên 2014-2017’an de 20 hezar penaberan jiyana xwe ji dest daye û pirraniya wan di navbera Libya û Îtalyayê li Derya Spî xeniqîne an jî wenda bûne.