Li Dêrsimê Şaxa MEYADER’ê hat avakirin
Li Dêrsimê Şaxa MEYADER’ê hat avakirin
Li Dêrsimê Şaxa MEYADER’ê hat avakirin
Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên li Mezopotamya Xizmên xwe Windakirine (MEYADER) Şaxa xwe ya Dêrsimê bi merasimekê vekir. Rêveberê MEYADER ê Sudiya Tosun diyar kir ku li Dêrsimê ruyê bişaftinê, bênasnamekirinê û kurkirina polîtîqaya tunekirinê ya qirêj raxist ber çavan.
Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên li Mezopotamya Xizmên xwe Windakirine (MEYADER) Şaxa xwe ya Dêrsimê bi merasimekê vekir. Şahiyê bi tevlîbûna rêveberê xizmê wendahiyan, rêveberê MEYADER a Amedê, Rêveberê Rêxistina BDP ê ya Dêrsimê, hunermend Ahmed Aslan û rêveberên partiyên siyasî berdewam kir. Şahiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê kesên ku di Tekoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane de des pêkir. Piştî rêzgirtinê rêveberê MEYADER a Dêrsimê Sudiye Tosun axivî. Tosun diyar kir ku erdnîgariya gelê Kurd têde dijî xwediyê demboriyekî bi êşe û wiha got: "Di deshilatdar polîtîqaya qirkirinê li ser gelê Dêrsimê di sepîne û got: "Li Dêrsimê me ruyê bişaftinê, bênasnamekirinê û kurkirina polîtîqaya tunekirinê ya qirêj raxist ber çavan. Ji ber vê jî MEYADER dê bibe cihê gelên ku şona wan di şer de winda bûne, emê nirxên xwe bi parêzin û dê bibe cihê jiyankirina wan."
'BERPIRSİYARIYA KU BIKEVE SER MILÊ ME BERDEWAMKIRINA MÎRASÊ WANE'
Tosun, daxuyand ku dê girêdayî doza yên ku di Tevgera Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bimînin û got: "Axaftin, têgihiştin, guhertin û guhdarkirin ev çalakiyane mirovan dike xwediyê jiyanekî hevpar. Li gorî me xalekî bingehîn ya komeleya me eve. Yên ku di Tevgera Azadiyê de jiyana xwe jidest dane tenê bi fîzîkî ji nava me çune. Lê fikir û berxwedana wan wekî mîras ji mere rê nîşandane. Bune mamosta û herdem rêya me ronîkirine. Ji ber vê berpirsyariya ku bikeve ser milê me bê teredut emê bicîbinin."
Piştî axaftina rêveberê MEYADER a Dêrsimê, bername bi siloganên "Şehîd namirin" şahî bi dawî bû.