Li Dêrsîmê polîsan êrîşê girseyê kir
Li Dêrsîmê polîsan êrîşê girseyê kir
Li Dêrsîmê polîsan êrîşê girseyê kir
Çalakvanên li Qada Cumhuriyetê ya Dêrsîmê bi armanca ku şîdeta polîsan li parqa Gezî ya Taksîmê protesto bikin çalakî pêk anîn rastî êrîşa polîsan hatin.
Çalakvanên xwestin bûyerên li Taksîmê protesto bikin rastî êrîşa polîsan hatin. Komeke li Qada Cumhuriyetê kom bûn dirûşmeyên wekê ‘Taksîm berxwedane, berxwedan her der e’, ‘Polîs teslîm bibe’ berz kirin. Polîsan jî bi ava şid û bombeyên gazê mudaxale kir. Li ser vê yekê çalakvanan bi kevin û molotofan bersiv dan polîsan. Pevçûna di navbera çalakvan û polîsan de didome. Hejmara kesên tevli çalakiyan bûne zêde dibe.