Li Dêrikê ji bo pişgirtiya Eşrefiyê meşa dirêj
Li Dêrikê ji bo pişgirtiya Eşrefiyê meşa dirêj
Li Dêrikê ji bo pişgirtiya Eşrefiyê meşa dirêj
Li bajarê Rojavayê Kurdistanê, li herêma Koçerat a Dêrikê Tevgera Ciwanên Şoreşger, bi armanca şermezar kirina êrîşên li ser Eşrefiyê û piştgiriya bi YPG'ê re meşekî dirêj li dar xistin.
Li herêma Koçerat a Dêrikê Tevgera Ciwanên Şoreşger bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser gelê Kurd li Eşrefiyê û destekdayina Yekîneyên Parastina Gel (YPG)'ê meşa dirêj li dar xistin. Meş ji gundê Hemza Beg destpêkir û ber bi gundê Biroj ve meşiyan.
Li gundê Biroj meşvan kombûn û li wir endamê tevgera ciwanên şoreşger Kawa Keyan axivî û wiha got "Em bejna xwe li ber şehîdên Serêkaniyê û Eşrefiyê ditewînin û êrîşên ku li ser gelê Kurd tê kirin em bi tundî şermezar dikin''.
Herwiha Keyan da zanîn ku rêjîma Bass û komên çekdar dixwazin îradeya gelê Kurd bişkînin. Keyan diyar kir ku êrîşên bi plan ên li Serêkaniyê û Eşrefiyê hevkariya di nava rêjîma Bass û dewleta Tirkiyeyê jî nîşan dide. Keyan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser mijarekî dî û wiha axivî: "Hinek partiyên Kurda û komên çekdar li ser navê pêşmerga xwe sazdikin û dixwazin Kurdan berdin hev."
Piştî axaftin bi dawî bûn meşvanan meşa xwe ya dirêj dewam kirin û berê xwe dan gundê Kaniya Dirêj û li wir meş bi dawî bû. Meşvanan bi sloganan komên çekdar ku êrîşî Serêkaniyê kirin û êrîşên li Eşrefiyê şermezar kirin.