Li Dêrikê dewletê dest bi şewitandina malan kir

Li Dêrikê, hêzên dewletê yên ku danê vê sibehê êrîşên xwe dijwar kir, li taxa Cevîzpinarê mal şewitandin. Helîkopterên li ser navçeyê digerin jî, guleyan li derdorê direşînin.

Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, di roja 6. a qedexeya derketina derve de hêzên dewletê bi bombeavêjan xaniyan dişewitînin.

Li taxa Cevîzpinarê hêzên dewletê agir bi hin malan xistin. Helîkopterên li ser navçeyê digerin jî guleyan li taxa Cevîzpinarê direşînin.

...