Li dêra dîrokî ya Lubeckê ala mezin a PKK'ê hat daliqandin

Li dêra dîrokî ya Lubeckê ala mezin a PKK'ê hat daliqandin

Li dêra dîrokî Petrî ya li bajarê Elmanya Lubeckê, aleke mezin a PKK'ê hat daliqandin. Ala ji 200 metre çarçik, bi saetan li dêrê daliqandî ma.

Bajarê Lubeck ê li rojhilatê Elmanyayê, duh ji çalakiyeke balkêş re malovanî kir. Bi armanca destekdayîna PKK'ê, li Dêra Petrî ya dîrokî ya li bajêr, aleke mezin a PKK'ê hat daliqandin. Ala mezin a ji 200 metre çarçik, ji hemû navendên bajêr dihat dîtin.

Nehat zanîn ku al ji aliyê kê ve hat daliqandin, lê balkêş de ku di dema meşa "Bila qedexeya li ser PKK'ê rabe" ya duh li Kolnê pêk hat, daliqandin. Ala li dîwarê dêrê hat daliqandin, ji aliyê ekîbên arkujan û polîsan ve hat daxistin.

Lubeck "Interventionistischen Linken" a ku destek da daliqandina ala PKK'ê li cihekî navendî yê bajarê xwe, xwest qedexeya li ser PKK'ê were rakirin. Di daxuyaniya damezrandina saziyê de Christoph Kleine got, "Li dijî terorîstên DAIŞ'ê têkoşîna herî bi bandor PKK û PYD dide. Lê belê di heman demê de PKK hînê weke rêxistineke terorîst tê dîtin."

Meha bihurî, li bajarê Elmanya Rostockê jî, li peykerê Şoreşa Mijdarê aleke mezin a PKK'ê hatibû daliqandin. Ala li peykerê bi metreyan bilind hatibû daliqandin jia liyê ekîbên polîs û arkujiyê ve hatibû daxistin.