Li Den Haagê civîna ji bo Mereş û Roboskî

Li Den Haagê civîna ji bo Mereş û Roboskî

Li bajarê Holanda Den Haagê derbarê komkujiyên Mereş û Roboskî de civînek gel hate lidarxistin. Zêdetirê 100 kes beşdarî civîna ku Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar têde axivî bûn.

Aydar ku di civîna ji aliyê Meclîsa Gel a Den Haagê ve hate lidarxistin de axivî diyar kir ku ev komkujî bi awayeke rêkûpêk ji aliyê sîstemê ve hatine kirin. Aydar bal kişand ser belgeyên piştî vekişîna Serokwezîrê Tirk ê berê Bulten Ecevît derketin û got: “Armanca vê yekê ew bû ku herêmê ji Kurdan vala bikin.”

Aydar diyar kir ku kesên ji komkujiya Mereşê rizgar bûn, berê xwe dane û destnîşan kir ku sedema ku ewqas Mereşî li derveyê welat dijîn jî ev yek e. Aydar aşkere kir ku di polîtîkayên 34 salan ên dewleta Tirk de tu guhertinek çênebûye û got: “Komkujiyê li Roboskiyê dubare kiriye. Komkujiyên li Dêrsimê, Sêwas û Meletiyê ji aliyê vê hişmendiyê ve pêk hatin.”

Aydar bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk ên ji bo Îslama nerm û got ku zîniyeta “Kesê ne Îslam be nikare bijî, kesê ne Tirk Îslam nikare qet bijî.”