Li Den Haag meşa ‘Em bi te re ne Cizîrê, wê berxwedan qezenc bike’

Li bajarê Den Haag ê Hollanda li ber Sefaretxaneya Tirk, bi şîara “Em bi te re ne Cizîrê, wê berxwedan qezenc bike” meşek hat lidarxistin.

Li bajarê Den Haag ê Hollanda li ber Sefaretxaneya Tirk, bi şîara “Em bi te re ne Cizîrê, wê berxwedan qezenc bike” meşek hat lidarxistin.

Hevparên Yekîtiya Hêza Demokratîk a Hollanda bi armanca silavkirina berxwedana Cizîrê çalakiyek li dar xistin. Nêzî du hezar kes tevlî meşa li ber Sefaretxaneya Tirk a li La Haye hat destpêkirin bûn. Di meşa ku heta Dîwana Edaletê ya La Haye dewam kir, êrîşên li Cizîrê û Tirkiyeyê li hember Kurdan hatin şermezarkirin. Girseya ku li hember AKP’ê bi hêrs bû, li ber Dîwana Edaletê ya La Haye mîtîngek li dar xist. Di mîtîngê de li dijî Erdogan dirûşm hatin berzkirin. Saziyê Hollandayî piştgirî dan çalakiyê. 

...