Li Darmstadtê meşa li dijî faşîzma AKP'ê
Li bajarê Elmanya Darmstadtê, li dijî faşîzma AKP'ê meşek hat lidarxistin.
Li bajarê Elmanya Darmstadtê, li dijî faşîzma AKP'ê meşek hat lidarxistin.
Li bajarê Elmanya Darmstadtê, li dijî faşîzma AKP'ê meşek hat lidarxistin.
Meş ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk jî destek da. Di meşa ku li Lûîsen Platzê destpê kir de bi sedan kesên beşdar, berxwedana Cizîrê silav kirin.
Girseya gel piştî meşa li nava bajêr li Lûîsen Platzê vegeriya. Ji rêveberên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Mehmet Çoban li vir peyivî û bal kişand ser qewimînên li Kurdistanê. Çoban banga baldarî û hişyariyê li gel kir û tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şermezar kir. Çoban bang li her kesî kir ku birînên Cizîrê bipêçin.
Mîtîng piştî axaftina Çoban bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.