Li Darmstadt û Den Haagê şehîd hatin bibîranîn
Li bajarê Darmstadtê yê Elmanyayê şervana YPJ’ê Nûhal Cûdî û şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn. Li bajarê Den Haagê jî ji bo bibîranîna şehîdên meha Cotmehê çalakiyek hate lidarxistin.
Li bajarê Darmstadtê yê Elmanyayê şervana YPJ’ê Nûhal Cûdî û şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn. Li bajarê Den Haagê jî ji bo bibîranîna şehîdên meha Cotmehê çalakiyek hate lidarxistin.
Şervana YPJ’ê Nûhal Cûdî (Fatma Dalman) ya ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de li Serêkaniyê şehîd bûbû û şehîdên meha Cotmehê li bajarê Darmstadtê yê Elmanyayê hatin bibîranîn.
Bibîranîn li lokala Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk hate lidarxistin. Malbata Nûhal Cûdî û gelek kes tevlî bibîranînê bûn. Di çalakiyê de sînevîzyona li ser têkoşîna Cûdî hate nîşandan.
Birayê wê Zekî Dalman got ku “Min di têkoşîna Fatma de Bêrîtan didît. Dixwest xwe ji bo zarokên Kurdan feda bike. Em ê te her dem bi wê serbilind bin.”
Birayê wê Mahmût Dalman jî got ku “Wê tu carî neheqî qebûl nedikir. Li Stenbolê gelek caran hatibû destgîrkirin û digot li hemberî dijmin nabe ku dest û pêyê min girêdayî be.”
LI DEN HAAGÊ JÎ ŞEHÎDÊN MEHA COTMEHÊ HATIN BIBÎRANÎN
Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê jî şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn. Di şexsê gerîlaya PKK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn. Di bibîranînê de sînevîzyonek hate nîşandan.