Li Danîmarkayê pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin

Di pîrozbahiya Newrozê ya li Horsensê de federasyona demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê û berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê hatin slavkirin.

Li bajarê Danîmarka Horsensê, duh bi beşdariyeke girseyî Newroz bi şevekê hat pîrozkirin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, rayedarek ji Fermandariya YPG'ê ya Efrînê bi rêya telefonê ji beşdaran re axivî, Newroz pîroz kir û da zanîn, ku îlana federasyona demokratîk mizgîniya biharê ji gelan re ye.

Pinar Aydinlar jî tevlî şevê bû û bûyerên li Kurdistanê diqewimin vegot. Aydinlar destnîşan kir, ku gel wê bi ser bikeve.

Di şevê de berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê ku li dijî çeteyên AKP'ê tê meşandin, hat silavkirin.

Memo Gelo, Hozan Axîn, Rojava Efrîn, Ferhad Cîlo, Zaynar Dagri û koma govendê ya Horsensê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

Di vê navberê de wê roja 26'ê Adarê li paytext Kopenhagenê pîrozbahiyeke navendî ya Newrozê bê lidarxistin. Pîrozbahî wê li Albertslund Musikteater saet di 16:00 de destpê bike.

...