Li Curnê Reş agirê Newrozê: ‘Em rêxistiniya xwe mezin bikin’
Li navçeya Curnê Reş a Rihayê agirê Newrozê hate vêxistin. Parlamenter Omer Ocalan got, “Em ê li her derê rêxistiniya xwe mezin bikin.”
Li navçeya Curnê Reş a Rihayê agirê Newrozê hate vêxistin. Parlamenter Omer Ocalan got, “Em ê li her derê rêxistiniya xwe mezin bikin.”
Li navçeya Curnê Reş a Rihayê ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de xwedî cihekî girîng e, bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Pîrozbahî, li Taxa Nû hat lidarxistin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan, Hevşaredarên Curnê Reş Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û bi hezaran welatî tevlî bûn. Welatî, bi cil û bergên Kurdî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Polîsan hewl dan du jinên dixwestin bi flamaya bi rengên kesk, sor û zer tevlî pîrozbahiyê bibin, binçav bikin. Li ser bertekan, polîs neçar man ku girtekê binivîsin û jinan berdin.
Jinên, tevlî pîrozbahiyê bûn demekî dirêj li ber stranên Kurdî govend gerandin. Li qadê gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate berzkirin. Pîrozbahî bi rêzgirtinê destpê kir û piştre dirûşmên “Şehîd namirin" û “Hezar silav ji Îmraliyê re” hatin berzkirin. Komîteya Amadekar a Newrozê, Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Sema Aîşeoglû, Hevserokê DBP’a Bajar Mahmut Manas, hevserokên DEM Partî û DBP’ê gel silav kirin. Piştre jî Parlamenter Omer Ocalan axivî û got ku Curnê Reş ji bo têkoşîna azadiyê xwedî cihekî girîng e.
Omer Ocalan, bi bîr xist ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li Curnê Reş aj daye û wiha got: “Niha dema siyaseta demokratîk e. Em ji bo xwedîderketina li peyama birêz Ocalan dê bimeşin. Birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de bangek kir. Banga Aştî û Civaka Demokratîk li cîhanê belav bû. Rêber Ocalan ji bo her kesî deriyê jiyanê vedike. Xwişk-biratiya bi hezaran salan jinûve tê pênasekirin. Em ji bo aştiyê û azadiyê têdikoşin. Divê îktîdar qedrê vê bizane. Em Kurd qedrê vê dizanin. Di pêvajoya nû de em tevek dê rola xwe bilîzin. Em ê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê pergala demokratîk ava bikin. Kurd dikarin vê bikin. Enerjiya Kurdan dikare vê bike. Divê her kes xwedî li îrade û nasnameya xwe derkeve. Rêyeke dirêj li pêşiya me ye û barê me giran e. Divê em vî barî parve bikin. Em ê li her derê rêxistiniya xwe mezin bikin. Em ê siyaseta demokratîk li her derê mezin bikin. Îro Newroz e, cejna gelê Kurd e. Gelê Kurd êdî xwe bi Newrozê pênase dike. Em ê Newroza xwe bi rengên xwe pîroz bikin. Newroza Xelîl Çavgûn, Salih Kandal û Cuma Tak pîroz be.”
Piştî axaftinan, agirê Newrozê bi pêşengtiya jinan hate vêxistin. Piştre jî hunermend Kasim Taşdogan derket ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.