Li Creil komkujiya Mereşê hat bibîranîn

Li Creil komkujiya Mereşê hat bibîranîn

Ji bo 34’emîn salvegera Komkujiya Mereşê li bajarê Creîl a Fransyê şevek bîranînê hat organîzekirin. Mala Çandê ya Anatolya Nurha a Creîl ku şev organîze kir nêzî 2 hezar kesî tevli bû.

Li salonê panqartên bi nivîsên ‘Bijî biratiya gelan, em yek dimirin, hezar diwelidin, em komkujiyên Dersîm, Mereş, Gazî û Roboskê ji bîr nakin’ hatin daliqandin.

Şev ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. nûnerên Actit, Didif, Navenda Pak, Maison Franco-Kurde, Melun MKK, Eniya Gel, Vilier le Bel AKM, Komeleya Habes a Paris-Sivas, TV 10, Yol TV, Nûçe TV, Stêrk TV, Rojnameya Atilim û Yenî Ozgur Polîtîka tevli bûn. Sazî û nûnerên vexwendiyê ser dîkê hatin kirin peyamên yekitiyê dan.

Pervîn Soyunmez, Cengîz Ozkan, Ferhat Tunç, Aşik Fedaî, Mustafa Kilçik û Ulaş Ozdemir derketin ser dîkê. Endamê KCD’ê yê daîmî Akin Bîrdal û nivîskar- lêkolîner Haşîm Kutlu jî axaftin kirin.

Serokê Mala Çandê ya Elewiyan a Nurhat Keskîn Alî ji hemû kesî re spasiyên xwe pêşkêş kir. piştî axaftinan nîşana sînevîzyonê pêk hat. Standa kampanyaya îmzeyan a ji bo Azadiya Ocalan û Rojnameya Yenî Ozgur polîtîka û Heyva Sor hat vekirin.