Li Colemêrgê û Edeneyê herî kêm 12 kes hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk li Colemêrg û Edeneyê bi hincetên siyasî avêtin ser gelek malan û herî kêm 12 kes destgîr kirin.

Li navenda bajarê Colemêrgê û navçeyên Şemzînan, Çelê û Geverê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bû hedef. Di çarçoveya lêpirsîna dijî KCD'ê de avêtin ser gelek malan.

Ji kesên hatine destgîrkirin ên navên wan hate hînbûn wiha ne: Rêvebera ÎHD'ê ya Şemzînanê Pinar Yilmaz, Şukru Çalli, Nîhat Tûrgût, Ramazan Erîk, Mehmet Emîn Seven, Hîvîdar Ertûnç, Omer Farûk Tekîn û Felem Aker.

Li Edeneyê jî di çarçoveya lêpirsîna bi serkêşiya Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de jendermeyan avêtin ser gelek malan û 4 kes destgîr kirin.