Li Colemêrgê tevgera leşkerî

Li Colemêrgê tevgera leşkerî

Li ser sînorê Herêma Kurdistana Federal, liv û tevgera helîkopter, Heron û balafirên şer heta ber destê sibê dewam kir. Di vê navberê de hat ragihandin ku gelek balafirên ji Geverê rabûn, leşkerên xwedî perwerdeya taybet veguhastine herêmên baragehên leşkerî.

Li ser sînorê Herêma Kurdistana Federal, liv û tevgera balafirên şer ên duh êvarê destpê kirin, heta ber destê sibê dewam kir. Hat ragihandin ku balafirên şer li herêmên Başûrê Kurdistanê yên di bin kontrola gerîla de ne li Xakurkê, Are, Berekeş, Kanî Reş, Ser Rûbarê Sergemê, Basyan, Qelêt, Çarçelan, Avaşîn û herêma Şehîdan demeke dirêj firiyane. Li gel tevgera hewayî, herêmên Gever, Şemîzanan, Rubarok, Oremar û Dostkî ji aliyê Heronan ve hatine şopandin.

Dîsa ji Geverê ber bi Şemzînan û Oremarê  tevgera helîkopteran hebû. Hat ragihandin ku helîkopteran ji 34. Fermandariya Tûgaya Sînor û 3. Tabûra Komando ya Taktîk a Çiyê, leşkerên xwedî perwerdeya taybet veguhastine yekîneyên seyar û baregehên leşkerî yên nû yên li Çiyayê Gomanê. Hat hînbûn, gelek maşînên zirxî yên bi tîpa "Kîrpî" leşker û muhîmat veguhastine tabûrên Garê û Rûbarokê. Li gorî agahiyan hejmareke zêde tank, topên obus û muhîmatên beriya 2 rojan ji Wanê ketin rê, li ser sînor hatine bicihkirin.

Ev tevgera leşkerî ya zêde, gelê herêmê dixe nava fikar û gumanan.