Li Colemêrg û Antalyayê 12 kes hatin destgîrkirin

Li Colemêrg û Antalyayê polîsan bi ser gelek malan de girt, herî kêm 12 kes hatin destgîrkirin.

Hêzên dewleta Tirk li navenda Colemêrgê bi awayekî hemwext avêtin ser gelek malan.

10 kes bi hincetên "propagandaya rêxistina terorê" û "endamtiya rêxistina terorê" ku sûcên siyasî yên sîstematîk û keyfî ne hatin destgîrkirin.

Navên kesên hatine destgîrkirin wiha ne: "Bûrak Ecer, Şukran Ozek, Zubeyîr Akgul, Salîh Yakin, Arîf Dûman, Cevher Erbaş, Rojhat Safali, Abdullah Firtina, Mehmet Demîr û Omer Mete.

Li Antalyayê polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û 2 kesên navên wan nehatin zanîn destgîrkirin. Kesên sedema destgîrkirina wan nehate zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr.