Li Cizîrê zarokê 11 salî bi giranî birîndar bû

Li Cizîrê zarokê 11 salî bi giranî birîndar bû

Di mudaxeleya polîsa a li navçeya Cizîrê ya Şirnexê de zarokê bi navê N.D.ê ku bombeya gazê li serî ketî bi giranî birîndar bû. Zarokê birîndar rakirin Nexweşxaneya Delwetê ya Cizîrê.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ciwanan di saetên nîvro de li kolanên Îdîl û Nuseybînê bi mabesta salvegera komkujiya Roboskiyê çalakiya şermezarkirinê li dar xistin.

Piştî polîsan mudaxele li çalakiyê kir pevçûn derketin û di pevçûnan de zarokê bi navê N.D. ê ku 11 salî bi bombeya gazê ya li serî wî ket bi giranî birîndarbû. N.D. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cîzîrê. Hate zanîn ku N.D. ji ber rîska xwîn ket ser meju wî hilgirtin emaliyetê.