Li Cizîrê pevçûna ciwan û polîsan

Li Cizîrê, polîsên Tirk ên xwestin bikevin taxê ji aliyê ciwanan ve hatin astengkirin û pevçûn derket. Pevçûna ku polîs çekê jî bi kar tîne, dewam dike.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, ji ber zexta zêde ya polîsan, ciwanan xeta xwe parastinê ava kirin, li gelek nuqteyên navçeyê xendek kolandin û nehiştin polîs bikevin hundirê taxê. Polîsan ku danê sibehê bi dehan maşînên zirxî re dor li Taxa Nûrê girtin, bi gaza îsotê û çekan gule li taxê reşandin. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî û molotofan bersiv dan. Di pevçûna li vê derê de polîsan çek bi kar anîn.

Ji taxê dengê çekan hînê tên. Li aliyê din, polîs hewl didin bi 3 kefçeyan xendekên welatiyan kolandibûn bigirin. Li taxa ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin pevçûn dewam dike.