Li Cizîrê li dijî mala lîderê tarîqatê êrîşa bombeyî
Li Cizîrê li dijî mala lîderê tarîqatê êrîşa bombeyî
Li Cizîrê li dijî mala lîderê tarîqatê êrîşa bombeyî
Li navçeya Şirnexê Cizîrê, kesên nasname ne diyar li hemberî mala pêşengê tarîqata Kadirî Bakî Haşimî êrîşeke bombeyî lidar xistin. Di êrîşê de mirî yan jî birîndar çênebûn.
Li gorî agahiyên ku bi dest ketin di saetên şevê de mala Bakî Haşimî ya ku li pişt Mizgefta Nebî Nuh a li Taxa Dagkapi êrîşeke bombeyî rû da. Di encama êrişê de li malê zerera madî çê bû.
Polîsan lêpirsîn da destpê kirin. Hîna kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser milê xwe.