Li Cizîrê 5 zarok serbest hatin berdan

Li Cizîrê 5 zarok serbest hatin berdan

Li Cizîrê ji 7 zarokên di encama serdagirtina malan de hatibûn binçavkirin, 5 zarok piştî darizandinê serbest hatin berdan.

Li navçeya Cizîra Şirnexa ji 7 zarokên di encama serdagirtina malan de ji aliyê yekîneyên girêdayî Midûriyeta Polisan a Şirnexê ve hatibûn binçavkirin 5 zarok piştî muameleya li Midûriyeta Polîsan derxistin pêşberî dozgeriyê. Piştî li dozgeriyê îfadeya zarokan hate girtin, li ser daxwaza dozger zarok ji dadgehê nobedar re hatin sewqkirin. Li vir piştî darizandin 5 zarok serbest hatin berdan.  Du kesên ku li gel zarokan hatine girtin li bendêne ku îro derxin dadgehê.