Li civîna bilind a G20 dîplomasiya şer!
Li civîna bilind a G20 dîplomasiya şer!
Li civîna bilind a G20 dîplomasiya şer!
Li bajarê Rûsya St. Petersbourgê, rojeva bingehîn a civîna bilind a G20'an krîza Sûriyê bû. Alîgirên destwerdana leşkerî ya bi serkêşiya Barack Obama, li helwesta hercarê ya Rûsya û Çînê rast hatin. Serokê YE xwe ji însiyatîfa Emerîka-Fransa vegirt, Elmanya jî careke din destnîşan kir ku ewê nebe hevparê çalakiyeke leşkerî.
Serokê DYE Barack Obama û Serokkomarê Fransayê François Hollande, beriya dengdana hefteya pêş a li Kongreya DYE, ji bo koalîsyonek siyasî ya ji bo destwerdaneke leşkerî li Sûriyê ava bikin, hatin St. Petersbourgê. Aktîvîzma alîgiriya şer a Fransayê, li civîna bilind a G20'an bersiva xwe nedît.
YE LAMPEYA KESK JI ŞER RE VÊNEXIST!
Serokê Yekitiya Ewropayê (YE) Herman Van Rumpuy, danê nîvro daxuyaniyek da û xwe ji însiyatîfa Emerîka-Fransayê vegirt. Rumpuy got, "Li Sûriyê çareseriyeke leşkerî nîne" û weha dirêjî da axaftina xwe: "Divê çareserî siyasî be."
Rumpuy ji bo êrîşa 21'ê Tebaxê ya li Sûriyê ku tê gotin bi çekên kîmyewî hatiye kirin gotina "sûcekî li dijî mirovahiyê" bikar anî û bi ti awayî ji êrîşeke leşkerî re lampeya kesk vênexist. Rumpuy got, "Eger Fransa destwerdaneke leşkerî bike, hîn ne diyar e dê helwest û reaksiyona YE çi be. Em li ser dixebitin."
JI PÛTÎN PÊŞNIYAR
Di vekirina fermî ya civîna bilind a G20'an de Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn pêşniyar kir ku di xwarina kar a êvarê de mijara şerê li Sûriyê bê nirxandin. Bi giştî di civînên bilind ên G20'an de pirsgirêkên aboriyê tên nîqaşkirin, lê belê wer xuyaye ev mijar ji ber tengezariya dîplomatîk bûye mijareke asta duyemîn.
Pûtîn ev daxuyanî çend deqe piştî silavdayîna Serokê DYE Barack Obama, da. Beriya wê Obama bi Serokwezîrê Japonyayê Shinzo Abe re hevdîtin kir û ji lîderên cîhanê yên li wir kombûye re got, "Çekên kîmyewî yên li Sûriyê hatine bikaranîn ne tenê trajediyeke, divê were qebûlkirin ku binpêkirineke huqûqa navneteweyî ye ku pêwîste bê çareserkirin."
DYE û hevkarên wê rêveberiya Şamê tewanbar dikin ku di bombebarana 21'ê Tebaxê de çekên kîmyewî bikar aniye. Rêveberiya Şamê tewanbariyan red dike. Rûsya jî delîlên "ewle" dixwaze.
FRANSA BI TENÊ MA, MERKEL BI ZELALÎ AXIVÎ
Serokkomarê Fransayê François Hollande da xuyakirin ku mijara mijara bingehîn a G20'an di çarçoveya krîza Sûriyê de bûyerên li qada navneteweyî diqewimin e. Hollande di dema civîna bilind de bi taybetî li gel Serokwezîrê Tirk Reccep Tayyip Erdogan re hevdîtin kir. Her du welat jî bi 'çavsorî' piştgiriyê didin destwerdana leşkerî.
Di nava welatên Yekitiya Ewropayê de ji bo destwerdana leşkerî Fransa bi tenê ma. Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel diyar kir ku di civîna bilind de dê mijara Sûriyê bi berfirehî bê nirxandin û helwesta welatê xwe bi van gotinan bi awayekî zelal raxist ber çavan: " Divê ev şer bisekine û ev jî bi tenê divê bi siyasî pêk were. (...) Elmanya dê nebe hevkarê tu çalakiyeke leşkerî."
Alîgirên destwerdana leşkerî di civînê de, li helwesta tund a dijberiya destwerdanê ya Rûsya û Çînê ku alîgirên rejîma Esad in, rast tên. Berdevkê delegasyona Çînê got, "Rewşa heyî nîşan dide ku rêya yekane çareseriya siyasî ye."
NY Û VATÎKAN KETIN DEWRÊ
Bi taybetî, ji roja Çarşemê û vir ve daxuyaniyên dijber zêde bûn. Roja Pêncşemê sê balafirên şer ên Rûs ji bo xwe bigihînin peravên Sûriyê ji Geliyên Tirkiyê derbas bûn. Di 3'ê Îlonê de Emerîka û Îsraîlê di çarçoveya tetbîqatê de li Derya Spî ceribandineke fuzeyên balîstîk kirin. Ev fuze ji aliyê sîstema nû ya radar a Rûsyayê hat tespîtkirin. Pisporên Rûs di wê baweriyê de ne ku DYE ji bo sîstemê biceribîne, fuze avêtine.
Di nava vê rewşa tengezar de nûnerê taybet ê NY û Yekitiya Ereb Lakhdar Brahîmî ji bo pêşvebirina 2. Konferansa Cenevreyê bi awayekî suprîz çû serdana Rûsyayê. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-moon bi daxuyaniyeke nivîskî got, "Divê em hîn bêtir konferanseke navneteweyî ya li ser Sûriyê dahf bidin. (...) Ji bo veneguhere gola xwînê, rêya bi tenê çareseriya siyasî ye."
Dêra Katolîk (Vatîkan) jî ji kampanya dijberiya şer a sala 2003'an û vir ve, careke din ket nava tevgerê. Papa François ji bo çareseriyeke aştiyane ya li Sûriyê nameyek ji Pûtîn re şand.