Li Çînê jinek ji şewba çûkan mir
Li Çînê jinek ji şewba çûkan mir
Li Çînê jinek ji şewba çûkan mir
Li Çînê jina 73 salî bi formuleke cuda ya şewba çûkan jiyana xwe ji dest da. Pisporan da zanîn ku ev bûyerek taybete û da zanîn ku îhtîmala ku dê vîrus belav bibe heye.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (OMS) diyar kir ku dê îro daxuyaniyanek bide.
Jina ku di 6’ê kanûnê de jiyana xwe ji dest da di dawiya meha mijdarê de rakiribûn nexweşxaneyê. Hat hînbûn ku berê çûye bazara mirîşkan û di mirîşkên zindî re ketiye temasê.
Vîrîsusa şewba çûkan H7N9 di sala 2013’an de li Çîn, Tayvan, Hong Kong’ê derbasî 139 kesî û jê 45 kes mirin.