Li Cezaa, Serêkaniyê û Til Hemîsê 27 çete hatin kuştin
Li Cezaa, Serêkaniyê û Til Hemîsê 27 çete hatin kuştin
Li Cezaa, Serêkaniyê û Til Hemîsê 27 çete hatin kuştin
Li gel berxwedana Kobanê, li Kantona Cizîrê jî derbên giran li çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê tê xistin. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku di çalakiyên YPG/YPJ ên duh bi şev li herêmên Cezaa, Serêkaniyê û Til Hemîsê de 27 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.
Hêzên YPG/YPJ, li gel berxwedana dîrokî ya li Kobanê, li Kantona Cizîrê jî bi çalakiyên bi bandor derbên giran li çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê dixin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên YPG/YPJ'ê li Kantona Cizîrê herêmên Cezaa, Serêkaniyê û Til Hemîsê li dijî çeteyan duh bi şev çalakiyê bin bandor lidar xistine.
Daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:
LI BAŞÛRROJHILATÊ CEZA DERBA YPG'Ê: 17 ÇETE HATIN KUŞTIN
"Şevê din di navbera saet 19.00 û 20.00'an de, hêzên me li ser rêya Mişerfa Sinun a li başûrrojhilatê Cezaa, li hemberî çeteyan çalakiyek pêk anîne. Di vê çalakiyê de 3 wesayit tevî çeteyên di navde hatine rûxandin. Her wiha çeteyên ku ji bo alîkariyê jî hatine rastî bersiva şervanên me hatin. Di encama çalakiyê de 16 çete hatine kuştin, 6 çete jî birîndar bûn. Dîsa li heman herêmê komên çete xwestin bikevin çeperên hêzên me. Di encama mûdaxleya hêzên me de, wesayitek hatiye derbkirin û çeteyek hatiye kuştin, çete neçar manê û reviyane.
LI SERÊKANIYÊ 9 ÇETE HATIN KUŞTIN
Li gundê Zinka yê li rojavayê Serêkaniyê jî hêzên me li dijî çeteyan çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de otobûsek çeteyan tevî çeteyên têde hatiye rûxandin. Bi qasî ku hatiye tesbîtkirin 9 çete hatine kuştin, 11 çete jî hatin birîndarkirin.
LI TIL HEMÎSÊ ÇALAKIYA YPG'Ê
Şevê din li gundên Xenaniyê û Tekteqa yê li bakûrrojhilatê Til Hemîs hêzên me li hemberî komên çete ku li wir bi cih bûne çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de wesayitek hatiye derbkirin û çeteyek hatiye kuştin."