Li Çewlik, Amedê binçavkirin li Nisêbîn û Wanê girtin

Li Çewlik, Amedê binçavkirin li Nisêbîn û Wanê girtin

Bi hinceta tevlî xwedîderketina berxwedana Kobanê bûne, serdegirtinên malan didomin. Li Kanîreşa Çewlikê 2, li Amedê 3 kes hatin binçavkirin. Li Wanê û Nisêbînê 6 kes hatin girtin.

ÇEWLIK

Polîsan li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê bi sedema tevlî çalakiyên Kobanê bûne, girtin ser mala Selahattîn Baran û Azîz Harmanci û ew kirin binçavan. Baran û Harmanci birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê.
AMED

Li Peyasê polîsan di serdagirtina malan de girtin û 3 ciwan binçav kirin. 2 ciwan bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobetdar kirin.

Di seatên serê sibê de polîsan li Taxa Gazîler a Peyasa Amedê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinê de 3 ciwan binçav kirin û ew birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê. Dawiyê her sê ciwan derxistin dozgeriyê. Ciwanek li dozgeriyê hat berdan û 2 ciwan jî bi daxwaza bên girtin sewqî dadgeha nobetdar hatin kirin.

WAN

Li Wan û navçeyên wê 10 welatiyên ku di encama serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin 5 ji wan hatin girtin.

Li Wanê 2 roj berê 3 welatiyên ku di encama serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin piştî derxistin dozgeriyê Z.A. serbest hat berdan û welatiyên bi navê Hozan Abî û Şiyar Abî ji bo girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî li dadgehê îfadeyên wan hatin girtin serbest hatin berdan. Z.A. ê ku li dozgeriyê serbest hat berdan di dema binçavkirinê de polîsan bi dîpçikan lê dabûn.

Li navçeya Westanê jî 5 welatiyên bi hinceta tevlî çalakiyên şermezarkirina êrîşên çeteyan bûne hatibûn binçavkirin piştî îfadeyê bi daxwaz girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê bi hinceta "Alîkarî dane rêxistinê" biryara girtinê da O.T., Samî Fazil û Şaban Guneş. 2 welatî jî serbest hatin berdan.

Li navçeya Şaxê jî Şukru Yavuz û Zubeyt Çoşkun ku bi heman hincetê hatibûn binçavkirin birin edliyeyê. Piştî îfadeya wan li dadgehê hat girtin, dadgehê biryara girtinê da.

NISÊBÎN

Li Navçeya Nisêbînê bi hinceta tevlî çalakiyên ji bo piştgiriya Kobanê bûne ji 5 kesên hatin binçavkirin kesek hat girtin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê polîsan bi hinceta tevlî çalakiyên ji bo piştgiriya Kobanê bûne, bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 5 kes binçav kirin. 5 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polisan a Nisêbînê. Piştre sewqî edliyeyê hatin kirin. 4 kes li edliyeyê hatin berdan û kesê bi navê Hurşit Elçîoglu jî li dadgehê hat girtin.