Li Cerablusê di pevçûnan de 4 zarok û 15 çekdar mirin
Li Cerablusê di pevçûnan de 4 zarok û 15 çekdar mirin
Li Cerablusê di pevçûnan de 4 zarok û 15 çekdar mirin
Li bajarê Cerablus yê Helebê di navber çekdarên Cebhet El-Nesra û êla Cewadra pevûn derketin û di encamê de 4 zarok ji êla Cewadra û 15 çakdarên Cebhet Cebhet El-Nesra hatin kuştin. Her wiha çekdarek biyanî yê Cebhet El-Nesra dîl hate girtin.
Çavkaniyên herêmî li Cerablusê ji ANHA᾿yê re ragihandin ku duh di seetên êvarê de, çekdarên Cebhet El-Nesra gule bi ser malên welatiyên ji êla El-Cadra reşandin, di encamê de zarokê bi navê Zekî Elcadir yê ji êla El-Cadra jiyana xwe ji dest da. Çekdarên ela El-Cadra bersiva êrîşê dan û di encamê de pevçûn rû dan. Di pevçûnê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da û bi deha birîndar bûn. Hate hînbûn ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane zarokin.
Heman çavkanî da zanîn ku, çekdarên Cebhet El-Nesra çekên giran mîna doçka (12-23-12) û Bîksî di êrîşa li ser malên welatiyan de bikar anîn. Her wiha mala welatiyê bi navê Arig Elcadir teqandin. Di encama pevçûnan de 15 çekdarên Cebhet El-Nesra hatin kuştin û çekdarek biyanî jî dîl ket destê endamên eşîra El-Cadra.
Hate ragihandin ku, heta seet 22.00’ê şeva 10’ê Hezîranê dom kir, heta ku agir best di nava aliyan de pêk hat. Piştî agirbestê bi 2 seetan Cebhet El-Nesra agirbest binpê kir û careke din êrîş pêk anîn û di encamê de pevçûn heta seetên sibah 11’ê Hezîranê dom kir.Her wiha çekdarên Cebhet El-Nesra di mizgeftan de bangkir û got ku, welatiyên ela El-Cadra malên xwe vala ne kin ew dê careke din êrîş bikin.
Li ser vê yekê welatiyên ji êla El-Cadra malên xwe terkirin û çekdarên Cebhet El-Nesra destê xwe danîn ser bajêr û gelek mal şewitandin, her wiha gelek pezên welatiyên ji êla El-Cewadir serjêkirin.
Bajarê Cerablus dikeve 30 kîlometrî rojavayî bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê.