Li Çelê pevçûn: Çawişek pispor mir

Li Çelê pevçûn: Çawişek pispor mir

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê leşkaran operasyon pêk anî. Di operasyonê de di navbera leşker û gerîlayên HPG'ê de pevçûn rû da. Di pevçûnan de çawişeke pispor mir û 2 jî birîndar bûn.

Hat zanîn ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê operasyon pêk hat. Di operasyona ku li jora qereqola Karataşê ya Çelê pêk hat de, di navbera leşker û gerîlayan de şerek çêbû. Di şer de leşkerek mir da û 2 leşker jî birîndar bûn. Li herêmê oprasyon bi tevlêbûna helîkopteran berdewam dike.