Li çar bajaran operasyona polîsan: 15 binçavkirin

Li çar bajaran operasyona polîsan: 15 binçavkirin

Hat ragihandin ku di serî de li Îzmîrê li çar bajaran di çarçoveya çalakiyên ji bo Parka Gezî de polîsan girtine ser gelek cihan û herî kêm 15 kes  hatine girtin.

Di operasyonên ku kesên tevlî Parka Gezî bûne kiriye hedefa xwe de, di serî de li Îzmîrê li Bursa, Balikesîr û Manîsa pêk hatin. Di operasyonên ji aliyê Têkoşîna bi Terorê ya Muduriyeta Îzmîr û Muduriyeta Şaxa Îstixbaratê wek pêla çaremîn tê ravekirin li hemberî 16 adresan pêk hat û 15 kes hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku operasyon li hemberî DHKP-C, TKÎP, MLKP, MKP, TKEP-L’yê ne.

Beriya niha di sê operasyonên ku ji Îzmîrê dihatin birêvebirin de herî kêm 42 kes bi mebesta piştgirî dane çalakiyên Parka Gezî hatibûn binçavkirin û ji wan 37 kes hatibûn girtin.