Li Calîfornîa'yê Kurdan û Amerîkiyan Newroz pîroz kirin
Li Calîfornîa'yê Newroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de Amerîkî û şervanê YPG'ê Mîchael Îsrael ku dema li nava refên YPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikir birîndar bû, amade bûn.
Li Calîfornîa'yê Newroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de Amerîkî û şervanê YPG'ê Mîchael Îsrael ku dema li nava refên YPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikir birîndar bû, amade bûn.
Kurdên li eyaleta Calîfornîa ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dijîn, Newroz pîroz kirin.
Pîrozbahî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat lidarxistin û Amerîkî jî beşdar bûn.
Ji Zanîngeha Stanfordê Alk. Profesor Anna-Sara Malgren, Hîndekar Firat Bozcali li pîrozbahiyê axivîn û bal kişandin ser polîtîkayên zilm û zordariyê yên li hemberî gelê Kurd tên kirin.
Sînemavanê Kurd Apo Bazidî jî li vê derê çavdêriyên xwe yên li Rojava vegot.
'JI BO MIN ÎMTIYAZEK BÛ'
Mîchael Israel ê Amerîkî, ku dema li nava refên YPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikir birîndar bû, li pîrozbahiya Newrozê axivî. Israel got, "Di tevahiya jiyana min de tecrûbeya min a herî girîng pêvajoya ku min bi xwişk û birayên xwe yên Kurd li nava refên YPG'ê derbas kiriye.
Ji ber ku tecrûbeyeke gelekî xurt bû. Cihgirtina li nava Şoreşa Rojava ji bo min îmtiyazek bû." Israel ê ku 7 mehan di nava refên YPG'ê de ma, bi pêlava xwe ya 'mekap a zer' tevlî pîrozbahiyê bû.