Li çalakiya kon a li Brukselê qetlîama Helepçe hat protestokirin
Çalakiya kon a li paytexta Belçîka Brukselê berdewam dike, bi wesîleya 28’emîn salvegera qetlîama Helepçeyê semînerek hat lidarxistin.
Çalakiya kon a li paytexta Belçîka Brukselê berdewam dike, bi wesîleya 28’emîn salvegera qetlîama Helepçeyê semînerek hat lidarxistin.
Çalakiya kon a li paytexta Belçîka Brukselê berdewam dike, bi wesîleya 28’emîn salvegera qetlîama Helepçeyê semînerek hat lidarxistin. Di semînerê de Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal axivî û diyar kir ku ji bo Helepçeyên nû neyên jiyîn divê yekîtiya neteweyî bê avakirin û got: “Astengiya herî mezin jî Barzanî ye.”
Çalakiya kon a ku Kurdan li pêşiya avahiya Komîsyona Yekîtiya Ewropa û Parlamentoya Ewropa ya Brukselê dayî destpêkirin di roja 2. de ye. Îro di çalakiya kon de bi wesîleya 28. salvegera qetlîama Helepçeyê semînerek hat lidarxistin. Di semînerê de Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal axivî, hemû kesayetên di qetlîama Helepçeyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî, anî ziman ku qetlîam îro jî tên kirin. Cîhana ku li hember qetlîama Sedam Huseyîn a li himber Kurdan pêk anî bêdeng bûn, îro jî bêdengbûna xwe berdewam dikin. Kartal wiha got: “Em îro li hember qetlîamên li ser Bakurê Kurdistanê tên kirin dengê xwe bilind dikin, di heman demê de îspata ku li dijî hemû qetlîaman ne jî. Ji ber pêngava Bakurê Kurdistanê, ji bo Rojava û Başûrê Kurdistanê ye jî. Ji bo vê divê her kes xwedî li pêngavê derkeve û piştgirî bike. Eger di cihanê de tu ne rêxistinkirî bî, ti kes xwedî li te dernakeve. Li Helepçe Kurd wisa bû. Ji ber wê cihan tev bêdeng bûn. Ji bo ku Helepçeyên nû neyên jiyîn, divê her kes dengê xwe bilind bike û bikeve nava têkoşînê.”
‘ASTENGIYA HERÎ MEZIN YA LI PÊŞIYA YEKÎTIYA NETEWEYÎ BARZANÎ YE’
Kartal anî ziman, ji ber nexwestina yekîtiya Kurdan a Serokê PDK’ê Barzanî, li ser Kurdan polîtîkayên qirkirin û qetlîaman tên meşandin. Kartal wiha axivî: “Eger îro li ser Kurdan polîtîkayên qirkirin û qetlîamê tê meşandin, berpirsyarê herî sereke Barzanî ye. Barzanî yekîtiya Kurdan naxwaze, dixwaze bi Tirkiyeyê re tevbigere, li hember qetlîamên li Bakurê Kurdistanê bêdeng dimîne û têkiliyên xwe bi dewleta Tirkiyeyê re xurtir dike.
Eger em nebin yek em ê hê zêdetir qetlîaman bijî. Yê ku bi Tirkiyeyê re tifaqan dike û li hember qetlîamên Bakur bêdeng dibin ew bi xwe ye. Lê, baş dizane ku leşkere li Enqereyê tên kuştin, di heman kêliyê de peyama sersaxiyê bişîne. Li aliyê din li hember qetlîaman bêdeng dimîne. Navê vê têkdana yekîtiya Kurdan e.”
PARLEMENTERÊN QIBRISÊ ÇALAKVAN ZIYARET KIRIN
Li aliyê din parlementerê Qibrisê yê Parlamentoya Ewropa Costas Mavrîdes konê çalakiyê ziyaret kir û diyar kir ku bi Kurdan re di nava piştgiriyê de ne û êrîşên dewleta Tirk şermezar kir.