Li Brukselê dirûşmeya ‘Gelê Rojava ne tenê ye’ deng da

Li Brukselê dirûşmeya ‘Gelê Rojava ne tenê ye’ deng da

Kurdên li Belçîkayê dijîn, bi armanca piştevaniya şoreşa Rojava û êrîşên li hemberî kurdan şermezar bikin li Brukselê meşek pêk anîn. Ji hezarî zêdetir kurd û dostên kurdan tevli meşê bûn û peyama ‘Gelê Rojava ne tenê ye’ hat dayîn.

Îro li Brukselê bi armanca êrîşên çeteyên çekdar yên girêdayê El Qaîdeyê protesto bikin meşek pêk hat.

Meşa ji aliyê PYD û Federasyona Komeleyên Kurd ya Belçîkayê (FEK-BEL) ve hatin organîzekirin, gelê kurd eleqeyek mezin nîşan da û piştgirî dan Gelê Rojava.

Çalakgeran di meşê de diyar kirin ku divê Ewropa û rayagiştî ya cîhanê li dijî van komkujiyan bê deng nemînin.

Meşê saet di 15.00’an de ji ber îstasyona trenê ya Bakurê Brukselê dest pê kir. Ji hezarî zêdetir kes tevli bûn.  Alên PYD, KCK, yên Kurdistanê û her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Îsa Haso hatin derxistin. Di meşê de pankartên bi nivîsa kurdî, erebî û fransî hatin vekirin.

Di meşê de bê navber dirûşmeya ‘Qehr be tirkiye’, ‘El Nusra ji Rojav û Sûriyeyê derkeve’ hatin berzkirin û  hatin Qada Yekitiya Ewropayê (Schuman) û li vir mîtîngek lidarxistin.

Di mîtîngê de li ser navê PYD’ê Abdulselam Mustafa axaftinek kir û balkişand ser komkujiyên Rojava. Mustafa da zanîn ku çeteyên El  Nusra ku ji aliyê YPG’ê ve hatin derbkirin, berê xwe dane sivîlan û got: “Ev terorîst, eşqiyane. Êşa têkçûna xwe ji sivîlan derdixin. Evqas ecizin. Ji mirovahiyê derketine. Ev ne Sûriyeyîne. Ji welatên Afganîstan, Pakîstan û yên dinhatine. Em dê desturê nedin vana. Belkî em bedelên giran bidin. Lê emê têkoşîneke mezin bidin. Em kurd heta azadiya xwe bidestnexînin emê têbikoşin.ev derfetek dîrokiye.”

Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmeyan dawî bû.