Li Brukselê çalakiya ji bo xwedîderketina li Şengalê

Li paytexta Belçîka Brukselê bi çalakiyekê liv û tevgera artêşa Iraqê ya li Şengalê hate şermezarkirin.

Provokasyon û veguhastina leşkerî ya li dijî Şengalê dewam dikin. Kurdistaniyên li Ewropayê tevî dostên xwe van polîtîkayên qirêj şermezar dikin.

Li paytexta Belçîka Brukselê bi pêşengiya NAV-BEL û YJK-BE'yê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de lihevkirina PDK'ê û hikumeta Iraqê, her wiha veguhastina hêzên artêşa Iraqê ber bi Şengalê ve hate şermezar kirin.

Çalakiyê saet di 11:00 de li ber Sefaretxaneya Bilind a Iraqê dest pê kir. Çalakgeran pankart bi sefaretxaneyê ve kirin û dirûşmên "Ne Iraq ne PDK ne Erdogan ne jî DAÎŞ nikarin Şengalê dagir bikin, em ê destûrê nedin dagirkeriyê" hatin qîrîn.