Li Brîghtonê ji bo Azadiya Ocalan stand

Li Brîghtonê ji bo Azadiya Ocalan stand

Li bajarê Brîghton a Îngîlîstanê ji bo Azadiya Ocalan û hemû girtiyên siyasî standa îmzeyan hat vekirin. Kampanyaya ku ciwanên Başûrê Kurdistanê eleqeyeke mezin nîşan da bi pêşengiya Kurdish Commînty Center didome.

Di serî de li  London  û gelek bajarên Îngilistanê bajarê herî mezin Brighton yê herêma Sussex,  standa kampanyaya îmzeyan hat vekirin.

Kampayaya îmzeyan ya bi pêşengiya Sussex Kurdish Comminty hat destpêkirin ji aliyê ciwanên Başûrê Kurdistanê ve eleqeyeke mezin dît. Li standê ji bilî posterên Ocalan, yên Mandela, Ganhdî û Martîn Luther King hate daliqandin. Di çalakiyê de pankartên “Freedom for Abdullah Ocalan”, “Freedom for all prisoner” hatin daliqandin.

Ligel Standa li cadeya herî qelebalix a bajar hat vekirin de, broşurên ji bo azadiya Ocalan hatin belav kirin.  liser vê rêveberiya komeleyê Çekdar Soylu axaftinek kir û diyar ki ku ligel komkujiya li Fransayê pêk hat, ew piştgiriyê didin hewldanên der barê çareseriyê de.

AZADIYA OCALAN XETA ME YA SOR E

Soylu diyar kir ku polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta tirk didomin û got: “Ger Tirkiye dixwaze vê pirsgirêkê bi diyalog û muzakereyê çareser bike, ewil divê Ocalan û girtiyên azadiyê berde.Bila bê zanîn ku birêz Ocalan ji bo me xeta sor e.”

Soylu der barê standa îmzeyan de jî axivî û diyar kir ku di kampanyaya îmzeyan a ji aliyê esnafên kurd ve hat meşandin de 4 hezar îmze hatin berhevkirin.

JI CIWANÊN BAŞÛR ELEQEYEKE MEZIN

Di kampanyaya ku ciwanên Başurê Kurdistanê eleqeyeke mezin nîşan da de Mîran Mahmut axivî û got: “ Bom in Kurdistan yek parçeye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan serokê hemû gelê Kurdisanê ye. Ez hemû kurdên başûr vexwendiyê vê xebatê dikim. Azadiya ocalan, azadiya Rojhilata Navîn e. Li Kurdistanê şer û berxwedaneke mezin pêk tê.”