Li Bremenê ji bo gerîlayê HPG’ê Bûldag taziye hat danîn

Ji bo gerîlayê HPG’ê Yûsûf Bûldag ê li çiyayên Amanos şehîd ketî li Bremenê konê sersaxiyê hate danîn.

Li bajarê Bremen a Almanya ji bo gerîlayê HPG’ê Yûsûf Bûldag (Delîl) konê sersaxiyê hate danîn. Yilmaz Bûldag û Hamît Bûldag ên ku agahiya şehîdbûna gerîlayê HPG’ê yê ku li çiyayên Amanos ên Hatayê di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd ketî bihîstî, çûn Saziya Tiba Edlî cenaze teşxîs kirin.

Piştî teşxîskirinê, cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yûsûf Bûldag duh li gundê Sînîwelû yê Çewlîgê hate veşartin.

Birayê şehîd Yûsûf Bûldag Yilmaz Bûldag destnîşan kir ku gerîlayê HPG’ê Yûsûf Bûldag sala 2005’an de dema li zanîngehê dixwend tevlî refên HPG’ê bûyeû diyar kirin ku birayê wî ji derdora xwe ve dihat hezkirin û kesekî mînak bû. Yilmaz Bûldag ê ku got, 14 cenazeyê din jî yên gerîlayên HPG’ê li Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê ne, diyar kir ku bedenê 14 gerîlayan di encama êşkenceyê de hatine parçekirin.