Li Bordeaûxê panela li ser azadiya Ocalan
Li Komeleya Bordeaûx Georges Îbrahîm Abdallah, li ser mijara azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan panelek hat lidarxistin.

Li bajarê Fransa Bordeaûxê, li ser mijara azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Komeleya Bordeaûx Georges Îbrahîm Abdallah panelek hat lidarxistin. Ji bo panelê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bordeaûxê jî hat vexwendin.
Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ên li panelê axivîn, jiyana Ocalan, mercên ragirtina wî, pêvajoya aştiyê û rola wî ya li ser Rojhilata Navîn vegotin.
Di panelê de her wiha bal hat kişandin ser komkujiya li Enqereyê û hilbijartinên 1'ê Mijdarê û HDP hat nasandin.
Panel bi axaftina nivîskarê Fransayî Jûlîen Sallîngûe dewam kir. Di panelê de li ser azadiya Georges Îbrahîm Abdallah ê ku ji ber têkoşîna xwe ya Fîlîstînê ev 32 sal in girtî ye, axaftin hat kirin.
Panel bi stranên Kurdî û gerandina govendê bi dawî bû.