Li Bordeaux û Hannoverê bîranîna şehîdan

Li bajarê Bordeaux ê Fransayê û li bajarê Hannover ê Elmanyayê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn.

Ahmet Gokalp (Rêber Varto) ku 10'ê Adara 2016'an li navçeya Sûr a Amedê di berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bû û Atîlla Şahîn (Siyabend Gimgim) ê ku 14-15'ê Gulana 2016'an li Oremarê şehîd bû, li bajarê Bordeaux ê Fransayê hatin bîranîn.

Tevî xizmên Şehîd Rêber Varto û Şehîd Siyabend Gimgim gelek Kurdistanî tevlî civîna bîranînê bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê sînevîzyon hate nîşandan.

Di bîranînê de Hevserokê Navekda Civaka Demokratîk a Kurd û bi navê malbata şehîd axaftin hate kirin. Qisekeran gotin, "Ya herî zehmet ew e ku mirov li ser şehîdan bixivin. Divê em xwedî li mîrate û têkoşîna wan derkevin."

Çalakiya bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" qediya.

HANNOVER

Şehîdên Gulanê li bajarê Hannover ê Elmanyayê hatin bîranîn. Nûnerê Komîsyona Şehîdan a Hannoverê li merasîmê axivî û got, "Her bihosta xaka Kurdistanê bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Divê em jî xwedî li xaka ku wan bi xwîna xwe av dane, derkevin."

Qiseker bi bîr xist ku di nava têkoşîna çil salî de berdêlên gelekî giran hatine dayin û got, "Rêbertî têkoşîn niha veguherandiye têkoşîneke berxwedanê ku dinya tev ji xwe re mînakê digire."

Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.