Li Bollnasê berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin

Kurdistaniyên li herêma Bollnas a Swêdê dijîn, operasyonên qirkirinê yên dewleta Tirk û rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê li ber avahiya şaredariyê bi çalakiyekê şermezar kirin.

Xwepêşandêran alên PKK, KCK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan, hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk şermezar kirin û berxwedana xwe rêveberiyê silav kirin.

Di axaftina li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd de hat ragihandin, Erdogan û AKP ên di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de derbeke giran xwarin, pêvajoya aştiyê qedandin, berê xwe dan polîtîkaya şer û bi çekên herî pêşketî êrîşî bajarên Kurdistanê kirin.

Şaredara ji Partiya Karker a Sosyal Demokrat Marîa Centerwall bi Kurdistaniyên li ber avahiyê li hev civiyabûn re, axivî. Centerwall da xuyakirin, ku li Kurdistanê gelek tiştên tirsnak qewimîn e û girîng e, ev yek bikeve rojeva raya giştî ya cîhanê. Centerwall işaret bi girîngiya piştgiriya ji bo gelê Kurd kir.

Di xwepêşandanê de bal hat kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dirûşmên "Kujer Erdogan", "Bijî Serok Apo" û "Destên xwe yên bi xwîn ji Kurdistanê vekişînin", hatin qîrîn.

Çapemeniya herêmî jî cihekî berfireh da çalakiyê.