Li Bajarokê Hîlalê li rayedarên HDP'ê xistin

Li Qilebanê AKP’yiyan li rayedarekî HDP’ê xistin, alîgirên Şaredarê AKP’ê Cafer Benek, bi sedema ku rayedarê HDP’ê Feyzî Kara nehişt ku li şûna kesî deng were bikaranîn lê xistin. Kara rakirin nexweşxaneyê.

Li Bajarokê Hîlalê ya Qilebanê piştî ku dengdan qediya, birayê Şaredarê AKP’ê Cafer Benek û xizmên wî xwestin dengên kesên ne hazir bi kar bînin. Li ser vê rayedarê HDP’ê helwest nîşan da û got ev rewş nayê qebûlkirin. Piştî vê helwesta Kkara xizmên Benek, Kara derxistin derve, heta ku ji hiş biçe li Kara xistisn.

AKP’yiyan li ber çavê bi dehan leşker li Kara xistin. Xizmên Kara ku hatin cihê bûyerê Kara rakirina Nexweşxaneya Dewetê ya Navçeyê. Hate gotin rewşa Kara ku di nav xwînê de mabû ber bi başiyê ve diçe.