Li Beyoglûyê Bêrîtan hate bîranîn

Li Beyoglûyê Bêrîtan hate bîranîn

Ji aliyê Meclisa Jinan ya BDP’a Navçeya Beyoglûyê ve gerîlaya PKK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) hate bibîranîn.

Meclisa Jinan ya BDP’a Beyoglûya Stenbolê, li avahiya BDP'ê ya Beyoglêyê, gerîlaya PKK’ê Gulnaz Karataşê (Bêrîtan) ku di 25'ê Cotmeha 1992'an de jiyana xwe ji dest dabû, bi bîr anî. Bernameya bîranînê bi rêzgirtinê destpê kir û bê navber diruşmên, "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Ey şehîd riya te riya me ye" hatin qîrkirin.

Hevseroka rêxistina BDP'ê ya Beyogluyê Songul Oktay helwesta hikûmeta AKP'ê ya li hember pêvajoya çareseriyê rexne kir û wiha got: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek caran ji bo aştiyê banga agirbestê kir, lê ji ber ku feraseta dewletê naguhere ev pêvajo serneketin. Ji bo ev pêvajoya ku li hember helwesta AKP'ê hatiye destpêkirin, ji bo vala dernekeve divê hemû kes peywira xwe bîne cih." Oktay helwesta Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) ya li hember Hevserokê PYD'ê Salih Muslim rexne kir û anî ziman ku, di pêvajoya 'Şoreşa Rojava' de helwesta PDK'ê li dijî berjewendiyên kurdan e. Berdevka Meclisa Jinan ya rêxistina BDP'ê ya Beyogluyê Gulistan Coşkun jiyana Gulnaz Karataş vegot.

Di bernameyê de helbesta ku ji aliyê Bêrîtanê ve hatibû nivîsandin, hate xwendin. Sînevîzyon hat pêşandan û bername bi slogana "Şehîd namirin" bi dawî bû.