Li Bexdayê êrîşên bombeyî: Herî kêm 26 mirî

Li Bexdayê êrîşên bombeyî: Herî kêm 26 mirî

Li paytexta Iraq Bexdayê di encama 8 êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî de, herî kêm 26 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên ji destpêka Cotmehê û vir ve di bûyerên tundiyê de jiyana xwe ji dest dan, 600 derbas kir.

Êrîşên bombeyî li heft taxên paytext Bexdayê rû dan. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên tenduristî û ewlekariyê hatin wergirtin, di encama êrîşên bi heyşt wesayîtên bombebarkirî de herî kêm 26 kesan jiyana xwe ji dest dan, 70 kes jî birîndar bûn. Guman heye ku bîlanço girantir bibe.

Êrîşa herî giran li taxa Şaab a li bakurê bajêr rû da. Du wesayîtên bombebarkirî li qadeke bazirganiyê hat teqandin û herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 17 kes jî birîndar bûn. Êrîşên din jî li taxên Baya, Baladiyat, Maştal, Hurriya û Dora û banliyoya Bexdayê Saba el Bûr rû da.

JI 2003'AN Û VIR VE 500 HEZAR KESAN JIYANA XWE JI DEST DANE

Ji destpêka meha Cotmehê û vir ve hejmara mirovên di bûyerên dijwariyê de jiyana xwe ji dest dane, 600 derbas kir. Li gorî daneyên AFP'ê ji destpêka salê û vir ve 5 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî lêkolîneke lêkolînerên Emerîkî, Kanadayî û Iraqî ya di demeke kurt de hat weşandin, ji 2003'an dema dagirkeriya Emerîkayê û vir ve zêdeyî 500 hezar mirovan ji ber şer li Iraqê jiyana xwe ji dest dane.