Li Bexdayê êrîşên bombeyî: 60 kes mirin

Li Bexdayê êrîşên bombeyî: 60 kes mirin

Li Bexdayê di êrîşa li dijî Şîiyan pêk hat de 60 kesî jiyana xwe ji dest da û 80 kes birîndar bû.

Li gorî agahiyên ku polîsan dane, li Bexdayê bi wesayîtên bombebarkirî, opersyonên hevdem pêk hatine û di êrîşan de taxên Şîiyan hedef hatiye girtin.

Li herêmên bakur a bajar, li cadeyên herî qelebalix êrîş pêk hatin û di êrîşan li Terbiyê 9 û li Huseynê jî 10 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Çavkaniyên tenduristî û polîsan da zanîn ku di êrîşan de 60 kes mirine û 80 kes birîndar bûye. Hate diyar kirin ku yên mirine sîvîlin.

Hêj tu kesî êrîş negirtine serxwe, tê texmînkirin ku êrîş ji aliyê rêxistinên girêdayê El Qaîdeyê pêk hatiye.

Heftaya borî roja çarşemê li Bexdayê li herêmên cuda êrîşên bombeyî pêk hatine û di êrîşan de 70 kes mirin û 200 kes birîndar bûne. Dewleta Îslamî ya Şamê û Iraqê êrîş girtin serxwe.

Li Iraqê di mehên borî de di şîdetên pêk hatin de 800 kesî jiyana xwe ji dest dabû.