Li Bexdayê êrîş: 10 mirin
Li Bexdayê êrîş: 10 mirin
Li Bexdayê êrîş: 10 mirin
Li paytexta Îraqê Bexdayê çalekgerekî xwekuj dijî heciyên Şiî’yan êrîşek pêk anî di êrîşê de herî kêm 10 kes mirin.
Li gorî çavkaniyên ewlehiyê li başûrê Bexdayê li sektrora Dorayê xwekujekê di dijî heciyên Şîî’yan êrîşek pêkanî ye. Ji berî ku hecî biçin bajarê pîroz Kelbelayê li konekê de xwarin û vexwarin distanin xwekujekê bombeyên li ser xwe di nava wan de teqand. Di êrîşê de herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest da.
Di rojên dawiyê de gelek êrîş li ser heciyên Şiî’yan pêkhatin. Bi sedan heciyên Şiî’yan bi piyan diçin Kelbelayê.
Pevçûnên mezlebî yên li Iraqê vegeriyane mina yên sala 2008’an. Ji serê salê ve li Iraqê ji ber bûyerên tundiyê 6 hezar û 500 kesan jiyana xwe ji dest daye.