Li Bexdayê 7 teqîn: 22 kuştî û 99 birîndar
Li Bexdayê 7 teqîn: 22 kuştî û 99 birîndar
Li Bexdayê 7 teqîn: 22 kuştî û 99 birîndar
Şeva din li Bexdayê 7 teqînên cûda çêbûn û di teqînan de herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest da û 99 kes jî birîndar bûn.
li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatine girtin, demjimêra ku şeva 15’ê û 16’ê Gulanê ve dida digirêdan li 7 herêmên cûda bajarokê Sedir, Meştel, Sîdiye, Zeferan, Bexda Cedîde, Kazmiye, Husêniye yên paytextê Iraq Bexdayê rûdan. Hate ragihandin ku, di her heft teqînan de 22 kesan jiyana xwe ji dest da û 99 kes jî birîndar bûn.
Di teqîna bi sê otomobîlên bombebar kirî li bajarokê Sedîr pêkhat, 7 kesan jiyana xwe ji dest da û 32 kes jî birîndar bûn. Di teqîna li Meştelê jî 6 kesan jiyana xwe ji dset da û 28 kes birîndar bûn. Her wiha di teqîna li Sîdiyeyê jî 4 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.
Di teqînên duh li bajarokên Kazmiye de jî 2 kes hatin kuştin û 9 kes jî birîndarbûn, li Zeferaniyê; 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn. Herwiha hate diyarkirin ku, di teqîna Husêniyê jî kesekê jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.
Bigiştî di 7 teqînên li herêmên cûda yê Bexdayê rûda, 22 kesan jiyana xwe ji dest da û 99 kes jî birîndar bûn.