Li Bexda û Mûsilê teqîn: 24 mirî
Li Bexda û Mûsilê teqîn: 24 mirî
Li Bexda û Mûsilê teqîn: 24 mirî
Iraqê îro jî bi dengê teqînan dest bi rojê kir. Ji ber rêze-êrişên bombeyî yên li paytext Bexda û bajarê Mûsilê, herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Çavkaniyên polêsan dan xuyakirin, ku li Bakurrojhilat û navenda paytext Bexdayê, îro bi wesaîtên bombebarkirî êriş pêk hatin. Hat ragihandin ku di encama teqîna bombeyan de 21 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne. Berpirsyariya êrişan heta niha kesî negirtiye ser milê xwe.
Li bajarê Mûsilê jî, li dijî polêsan êrişeke întiharî hat lidarxistin. Di encama êrişa danê sibê de 3 polêsan jiyana xwe ji dest dan.
Hêjayî gotinê ye, roja Duşemê di encama rêzeêrişên li paytext Bexdayê de zêdeyî 70 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Ji destpêka meha Nîsanê û vir ve jî zêdeyî 1100 kesan ji ber êrişan jiyana xwe ji dest dan û ev rewş weke pêla herî nebaş a dijwariyê tê dîtin.
Êrişên demên dawî rû didin, tirs û fikarên li ser şerê mezhebî careke din zêde kirin, ku di salên 2006 û 2007'an de di encama şerê navbera Şîa û Sûniyan de bi hezaran Iraqiyan jiyana xwe ji dest dabûn.