Li Beşîktaşê zincîra aştiyê rastî astengiya polîsan hat
Li Beşîktaşê zincîra aştiyê rastî astengiya polîsan hat
Li Beşîktaşê zincîra aştiyê rastî astengiya polîsan hat
Li Beşîktaş a Stenbolê, welatiyên xwestin bi dirûşma "Ji bo aştiyê dest bidin hev" zincîra ji mirovan çê bikin, astî astengiya polîsan hat. Sekna girseyê dewam dike.
Dijberên şer, bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li ber Peykerê Beşîktaş Kartal hatin cem hev.
Kom, ji bo kesên di berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz girt û daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Emê ruhê berxwedan Gezî li parka xwe dest bi dest bidin jiyîn. Emê her roj şehîdên xwe yên Gezî bibîr bînin. Em Roboskî, Reyhanli ji bîr nakin. Rewşa li Rojava, li Tahrîrê em dibînin. Û em dibêjin ne Esad ne jî El Nûsra, ne Sîsî ne jî Mûrsî. Em bi tenê dibêjin; gel, xwişk û biratiya gelan. Û di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de ji bo em daxwaza xwe ya aştiyê bi dengekî xurt ji tevahiya cîhanê re ragihînin, em dest didin hev."
Dûre, bi dehan kes ji bo zincîra ji mirovan ava bike xwest ber bi Qada Îskele ya Beşîktaşê bimeşe. Lê belê polîsan bend danîn ber dijberên şer û destûr nedan wan bimeşin.
Li ser vê yekê bi dehan kesan destê hev girtin û dirûşmên "Ji bo aştiyê niha her kes dest bidin hev" û "Polîsê kujer wê hesab bide" qîriyan. Çalakiya dijberên şer dewam dike.