Li Berwarî tevahiya şêniyên mezrikekê hatin destgîrkirin

Leşkerên Tirk li Berwarî ya Sêrtê bi ser mezrika Umyanisê de girtin û 19 kes destgîr kirin. Di nav van kesan de dayik û birayên wî zarokî jî hene ku Sêşemê li Şirnexê di bin hêrifandinê de mabû.

Leşkerên Tirk li bi ser mezrika Umyanisê de girtin, bi hinceta 'propagandaya rêxistinê' û 'endaman ji bo rêxistinê dabîn dikin' leşkeran malên mezrikê seh kirin, Ahmet Tûnç ê 70 salî ku bi nexweşiya pençeşêrê ye û 18 kesên din hatin destgîrkriin  Hate gotin piştî îfadeya li dozgeriyê Tûnç hate berdan.

Sêşemê ocaxa komûrê hêriftibû û karkerê bi navê Hasan Înal di bin de mabû. Dayika Înal Sarya û birayê wî MÎrza jî hatine destgîrkirin.

Hate gotin Ahmet Batibey (15) û Leyla  Batibey û Diyar Tunç zarok in.

Li gorî agahiyan ji ber ku piraniya şêniyên mezrikê hatine destgîrkini, zarok û sewal û dewarên gund bê xwedî mane.