Li Bernê meşa ji bo azadiya Ocalan

Çalakiya rûniştinê ya 3 rojan, ku li ser banga Tevgera Jinên Kurd a li Swîsreyê hat lidarxistin, bi meş û mîtîngeke girseyî qediya.

Kurdistanî û dostên wan li meydana Hîrschengraben a li bajarê Bern ê Swîsreyê li hev civiyan û ji vir heta ber Parlamenta Bernê meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn, belavok hatin belavkirin û polîtîkaya tecrîdê ya dewleta Tirk hat şermezarkirin. Hêzên antî faşîst ên Swîsreyî jî destek dan çalakiyê.

Mîtînga li ber Parlamenta Bernê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Li ber stranên hunermendên NÇM a Swîsreyê, ji bo demeke kurt çalakiya rûniştinê li vir hat lidarxistin. Piştre li ser navê DEM-KURD a Bernê Omer Reşîdoglû, lêkolîner-nivîskar Ahmet Nesîn, li ser navê HDK'ê Tûncay Yilmaz, ji Partiya SP a Swîsreyê parlamenter Margereth Kîener û Parlamenterê Partiya Çep Haşim Sancar axivîn. Qiseran xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Mîtîng bi stranên hunermendên Çanda Med bi dawî bû.

...