Li Bernê Kurdistaniya got ‘Em edaletê dixwazin’
Li Bernê Kurdistaniya got ‘Em edaletê dixwazin’
Li Bernê Kurdistaniya got ‘Em edaletê dixwazin’
Li bajarê Bern ê Swîsreyê çalakiya “Em edaletê dixwazin” pêkanîn. Li paytextê Swîsre Bernê Meclisa Jinan a Mizgîn bi daxwaza kujerên komkujiya 9’ê Çileyê ku li Parîsê pêkhat bêne dîtin çalakiya “Em edaletê dixwazin” pêkhat.
Di çalakiya ku li ber Serkonsolosa Fransa a li Berlînê pêkhat, pankarta ku li ser wêneyên ji damezirênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê a Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatin qetilkirin û li ser nivîsî “Em ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez edaletê dixwazin” hate vekirin.
Çalakvana da diyarkirin ku, li rexmî ku nêzî 6 meh li ser komkujiyê derbazbûn jî, mecriyên Fransayê hêzên li pişt komkujiyê û nejî kujer dîtin, ew li hember vê pir matmayî mane. û peyama “Heta ku ev skandala hiqûqê ku bidawî nebe ew dê şopdarên vê dozê bin.”