Li Bernê ji bo ‘NA’ civîna gel hate lidarxistin
Li bajarê Bern ê Swîsreyê , bi beşdariya hevberdevka HDK-Ewropa Demîr Çelîk civîna gel hate lidarxistin.
Li bajarê Bern ê Swîsreyê , bi beşdariya hevberdevka HDK-Ewropa Demîr Çelîk civîna gel hate lidarxistin.
Li navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bernê (NCKD) ji bo di referandûma 16’ê Nîsanê de ‘Çima dibêjin NA’ civînekî agahdarkirinê hate lidarxistin.
Di civînê de ku bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan hate lidarxistin Hevberdevaka HDK-Ewropa Demîr Çelîk axivî, bal kişand ser êrîşên qirkirinê, êşkence û pêkanînên dij mirovahiyê yên dewleta Tirk a li ser gundê Xerabê Bava ya Nisêbînê û bajarên cuda yên Kurdistanê tên kirin. Çelîk wiha got: “Dewleta Tirk bi van êrîşan beşê nîjatperest dide pişt xwe û dixwaze referandûmê qezenç bike û têkoşîna Kurdistanê bi temamî tine bike.”
Civîna gel bi pirs û bersivan ve bi dawî bû.